Referandûm tapûya serxwebûnêye...
Piştî biryara Dadgeha Federal a Iraqê ku duhî gotibû referandûma serxwebûnê ne li gorî Destûra Bingehîn e, bertekên li dijî dadgehê her diçin zêde dibin.

Sekreterê PSDK'ê Mihemed Hacî Mehmûd jî bertek nîşanî biryara Dadgeha Federal a Iraqê da û got: "Referandûma Kurdistanê tapoyê serxwebûnê ye. Biryara dadgehê ya li dijî referandûma serxwebûnê neqanûnî û nedestûrî ye û biryareke şovenîstî ye."
Mihemed Hacî Mehmûd li ser biryara dadgehê daxuyaniyeke nivîskî belav kir û di daxuyaniya xwe de got: "Ti kes an jî saziyek nikare encamên referandûma serxwebûna Kurdistanê hilweşîne. Referandûm tapoyeke ku dema roja wê hat were bicihanîn."
Hacî Mehmûd di berdewamiya daxuyaniya xwe de got: "Bbiryara Dadgeha Federal a Iraqê biryareka neqanûnî û nedestûrî ye. Eger dadgeha federal rast dibêje çima dema hikûmeta Iraqê hêzên biyanî li dijî Kurdistanê bi kar anî, dengê xwe nedikir! Dadgeha Iraqê di bin fişara siyasî û şovenîzma erebî de ew biryar daye. Dadgeha federal jî wekî Amerîkayê nikare referandûmê betal bike, tenê gelê Kurdistanê dikare vê betal bike."
Nûvekirina herî dawî: 16:52:42