Reuters: Artêşa Iraqê êrişa Xeta petrola Kurdistanê kir

Rayedarên Kurd ku ji ajansa Reuters'ê re axifîn dibêjin, Artêşa Iraqê li rojavayê bakûrê Mûsilê êriş birine li ser xeta petrola Herêma Kurdistan. Aliyê din artêşa Iraqê qewimîna pevçûnan sererast nekir.

24 Cotmeh 2017 - 09:25
24 Cotmeh 2017 - 09:25
 0
Reuters: Artêşa Iraqê êrişa Xeta petrola Kurdistanê kir

Reuters'ê êrişa artêşa Iraqê ya ku li nehiya Mehmûdiyê ku nêzikê navçeya Rabîa lidarxistiye xist rojeva cîhanê de.

Di nûçeyê de, Herêma Kurdistan hêzên Iraqî jiber êriş xeta petrola Herêma Kurdistan ku ber bi Tirkiyê ve tê şandin sûçdar dike. Berdevkê Artêşa Iraqê jî ev êriş derewand.

Her wiha ew êrişa ku saetê sibehê destpêkiribû aliyê hêzên Pêşmerge ve hatibû têkşikandin û 2 hûmmer, 1 badgerê ku zirxî ye hatiye rûxandin.

Ev nûçe bi tevahî 1879 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 07:09:01