Rêveberê Firokexaneya Hewlêrê: Şeş mehên îsal rêjeya geştyaran ji sedî 14 zêde bûye

Ehmed Wişyar ragihand, hejmara geştyaran di şeş mehên yekem ên îsal de li gor şeş mehên sala borî, bi rêjeya sedi 14 zêde bûye û kargo jî bi heman şêwe di zêdebûnê de ne.

4 Tîrmeh 2023 - 16:13
4 Tîrmeh 2023 - 16:13
 0
Rêveberê Firokexaneya Hewlêrê: Şeş mehên îsal rêjeya geştyaran ji sedî 14 zêde bûye

Rêveberê Firokexaneya Navdewletî ya Hewlêrê Ehmed Wişyar ragihand, hejmara geştyaran di şeş mehên yekem ên îsal de li gor şeş mehên sala borî, bi rêjeya sedi 14 zêde bûye û kargo jî bi heman şêwe di zêdebûnê de ne.

Ehmed Wişyar di ragihandina xwe ya Kurdistan24ê de got, sala borî zêdetirî milyonek û 900 hezar geştyar hebûn û %60 kargoyên hemû Iraqê jî bi rêya Firokexaneya Hewlêrê ve bû.

Rêveberê Firokexaneya Navdewletî ya Hewlêrê diyar kir ku hebûna sîstemeke guncaw û pêşkêşkirina rênima û xizmetê bo bazirgan û geştyaran wisa kiriye ku bi awayekî berdewam ciyawaz derkevin, vê jî wisa kiriye ku sala borî bi hemû firokexaneyên Iraqê %40ê kargoyan hatine hawirdekirin, lê belê tenê Firokexaneya Navdewletî ya Hewlêrê %60ê kargoyan hatiye hawirdekirin.

Ev nûçe bi tevahî 706 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 08:30:17