Rêveberê ruhanî yê Durziyên Sûriyê: Em radestkirina çek red dikin

Rêveberê ruhanî yê Durziyên Sûriyê ragehand: ‘’Carê zûye behsa radestkirina çek bikin.’’ Herwaha got divê me Sûriyeyekî sivîl hebe.

2 Çile 2025 - 07:08
2 Çile 2025 - 07:08
 0
Rêveberê ruhanî yê Durziyên Sûriyê: Em radestkirina çek red dikin

Duh  01.01.2025ê rêveberê ruhanî yê Durziyên Sûriyê Şêx Hikmet Hîcrî di hevpeyvîneke televîzyonê de ragehand: ‘’Radestkirina çek bi hemû awayekî em red dikin, heta wî dema ku welatek pêkbê û destûrek bê nivîsandin û mafên me misoger bibin.’’

Herwaha got: ‘’Gelek zûye gotûbêjê em li ser radestkirina çek bikin, pêwîste me welatekî sivîl hebe.’’

Şêx Hîkmet Hîcrî got: ‘’Em nîgeranin ji wê rewşa heye, divê beşdariya hemû aliyan hebe.’’

Navborî got: ‘’Em li gel hemûyan pêbendin ku bingehê welatekî bê danîn ku rêz li taybetmendiyên xelkê bê girtin. Em li gel avabûna welatekî bicîhbûyî, ne yê demkî û nehatî veguhestin de ne. pêwîstiya me bi çavdêriya navnetewî heye bo pêkanîna dewletê.’’

Ev nûçe bi tevahî 448 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 19:40:51