Serokwezîr Mesrûr Barzanî êrîşa Amerîkayê şermezar dike

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî êrîşa li New Orleansê şermezar kir.

2 Çile 2025 - 07:11
2 Çile 2025 - 07:11
 0
Serokwezîr Mesrûr Barzanî êrîşa Amerîkayê şermezar dike

Serokwezîr Mesrûr Barzanî peyamek li ser tora civakî “X” belav kir û tê de nivîsî: “Êrîşa terorîstî ya New Orleansê şermezar dikim.”

Herwiha got: “Hikûmeta Herêma Kurdistanê di vê dema dijwar de, hevxemiya xwe pêşkêşî qurbaniyan, malbatên wan û gelê Amerîkayê dike.”

Serokwezîr Mesrûr  Barzanî got jî: “Gelê me di şerê dijî terorîstan de gelek qurbanî dane û heta niha jî teror gef e li ser navçe û cîhanê.”

Polîsê New Orleansê ragihand, şeva sersalê li kolana Bourbonê kesekî bi otomobîleke barhilgir li girseya gel da, di encamê de 15 kesan canê xwe jidest da û nêzîkî 30 kesên din jî birîndar bûn.

FBI diyar kir, navî êrîşkar Şemsedîn Cebbar e, ew 42 salî ye û ji Teksasê ye. ew Leşkerekî berê yê Amerîkayê bû û di dema êrîşê de jî ala DAIŞê li pişt kamyona xwe daliqandibû.

Ev nûçe bi tevahî 455 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 17:56:12