Rewangeh: Baregehên milîsên Îranê li gundewarê Dêrezorê hatin bombebarankirin

Di bersiva êrîşên grûpên çekdaran li ser baregehên Hevpeymaniya Navdewletî li Sûriye û Iraqê de, hêzên Hevpeymanan baregehên çekdaran li bajarokê Meyadîn ê rojhilatê Sûriyeyê bombebaran kirin.

8 Çile 2024 - 10:05
8 Çile 2024 - 10:05
 0
Rewangeh: Baregehên milîsên Îranê li gundewarê Dêrezorê hatin bombebarankirin

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan belav kir, îro danê sibê dengê teqînên mezin li nava baregehên hêzên ser bi Îranê ve li bajarokê Meyadîn ê li ser sînorê Sûriye – Iraqê hatin bihîstin.

Rewangeh dibêje, eger e ev êrîş ji aliyê hêzên Hevpeymaniya Navdewletî ve hatibe kirin, wek bersivekê li ser êrîşa şeva borî ya li ser zeviya El-Omer ya petrolê li gundewarê Dêrazorê.

Ji piştî şerê di navbera Îsraîl û Hemasê di Cotmeha 2023an ve, êrîşên li ser baregehên leşkerî yên Amerîka û Hevpeymaniya Navdewletî li Sûriye û Iraqê zêde bûne.

Li gorî Rewangehê, di bersiva van êrîşan, Firokeyên Amerîkî 11 êrişên asmanî li ser baregehên grûpên çekdar ên ser bi Îranê ve li Dêrezorê pêk anîne.

Ev nûçe bi tevahî 488 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 12:13:21