Rêya Mexmûr û Hewlêrê îro bi fermî vedibe

Hat ragihandin ku îro rêya sereke ya navçeya Mexmûr û Hewlêrê piştî 5 mehan bi fermî tê vekirin.

2 Avrêl 2018 - 05:19
2 Avrêl 2018 - 05:19
 0
Rêya Mexmûr û Hewlêrê îro bi fermî vedibe

Li gor çavkaniyên herêmî ku dispêrên Fermandeyê Hêzên Pêşmerge yê Eniya Mexmûr-Gîwerê Sîrwan Barzanî, îro rêya navbera navçeya Mexmûr û Hewlêrê tê vekirin.

Fermandar Sîrwan Barzanî di axaftina xwe de ragihand ku bi berpirsên Iraqê re li ser vê mijarê civiyane û li hev kirine ku ev rê bê vekirin.

Barzanî di axaftina xwe de ragihand ku ji aliyê Hewlêrê ti pirsgirêkek li ser vekirina wê rêyê nemane û ew li benda bersiva Bexdayê ne û niha aliyên Iraqî ragihandine ku îro bi fermî ev rê tê vekirin. Piştî bûyerên 16ê Cotmehê rêya sereke ya navbera Hewlêr-Mexmûr û Hewlêr-Kerkûkê hatibû girtin.

Ev nûçe bi tevahî 1750 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 02:49:42