Rêzeêrişên nû yên li ser Herêma Kurdistanê, êrişî partiyên Rojhilat jî hat kirin
Şeva borî û xulekên destpêkê yên îro bi dron û mûşekan êrişî çend deverên Herêma Kurdistanê hat kirin.

Dengê teqînan li Hewlêr, Silêmanî, Soran û Koyeyê hat bihîstin.
Di van êrişan de baregehên partiyên Rojhilatê Kurdistanê û kampên malbatên wan hatin bombebarankirin.
Êrişên li ser Koyeyê
Destpêkê saet 20:00ê şeva borî bi dronek û mûşekekê, kampeke penaberan a malbatên Pêşmergeyên Partiya Demokrat a Kurdistanê-Îran (PDK-Î) ya li qezaya Koyeyê (Hewlêr) hat bombebarankirin.
Malpera PDK-Îyê ragihand ku êrişê tenê zerera madî gihandiye kampê.
Her li gorî heman malperê, saet 22:20ê şeva borî kampeke din a xizmên Pêşmergeyan a li Koyeyê bi mûşek û dronekê hatiye bombebarankirin.
Hat diyarkirin ku di wê êrişê de jî tenê zerera madî çêbûye.
Rewşa li Hewlêr û Silêmaniyê
Ji saet 22:20 heta 23:00yê şeva borî li asmanê Hewlêrê û derdora wê 7 dron hatine teqandin.
Di gel destpêkirina rojeke nû, êrişên bi dron û mûşekan ên li ser Herêma Kurdistanê berdewam kir.
Wan êrişan bi taybetî baregeh û kampên xizmên Pêşmergeyên Rojhilatê Kurdistanê kirin armanc.
Saet 12:20ê şevê li asmanê bajarê Silêmaniyê dengê teqînekê hat bihîstin.
Berpirsekî Komeleya Zehmetkêşên Kurdistanê ya li bajarê Silêmaniyê ji Rûdawê re ragihand:
"Baregeha pêwendiyan a Komeleya Zehmetkêşên Kurdistanê ket ber êrişeke asmanî lê ti ziyana canî nebûye çimkî baregeh vala bû."
Di heman demê de careke din bi 2 dronan êrişî kampên penaberan ên li Koyeyê hat kirin.
Çavkaniyeke agahdar ji Rûdawê re daxuyand, "Yek ji dronan hat têkbirin û ya din jî ket xwarê."
Saet 12:40î careke din bi dronan êrişî kampên penaberên Rojhilatê yên li Koyeyê hat kirin.
Bi çend xulekan pişt re careke din bi dronan êrişî heman kampê hat kirin.
Dron li ser balafirgehê hatin teqandin
Beriya saet 01:00ê şevê careke din bi dronan êrişî baregeha Komeleyê ya li Silêmaniyê hat kirin.
Li gorî wan dîmenên ku ji ajansa Rûdawê re hatine şandin, zerereke mezin gihiştiye baregehê, malên derdorê û otomobîlên welatiyan.
Rêzeêrişên li ser Herêma Kurdistanê û bi taybetî yên li ser bajarê Hewlêrê didomin.
Saet 02:37an dronek li sînorê nahiyeya Şemamkê ya Hewlêrê hat teqandin.
Du xulekan pişt re, 2 dronên din li ser Balafirgeha Navneteweyî ya Hewlêrê hatin teqandin.
Dengê balafirên şer li Soranê
Îro dengê teqînan li sînorê Îdareya Serbixwe ya Soranê jî hat bihîstin.
Nûçegihanê Rûdawê yê li Soranê Endam Cebar ragihand:
"Li sînorê Îdareya Serbixwe ya Soranê bi taybetî li qezayên Soran, Xelîfan, Rewandiz, Çoman û Sîdekanê dengê balafirên şer tê bihîstin.
Di heman demê de dengê du teqînan hat bihîstin."
Daxuyaniya Trump û zêdebûna êrişan
Êrişên şeva borî û berê sibeha îro zêdetir li ser baregehên partiyên Rojhilatê Kurdistanê û kampên penaberan ên xizmên Pêşmergeyên Rojhilatê bûn.
Ev êriş piştî daxuyaniyeke Serokê Amerîkayê Donald Trump pêk hatin.
Trump di daxuyaniyekê de ji bo kanala Fox Newsê ragihandibû ku Washingtonê bi rêya Kurdan çek ji bo xwenîşanderên nav Îranê şandine.
Lê wî guman kir ku çek gihiştibin destê xwenîşanderan û gotibû, "Bi dîtina min Kurdan ew çek ji bo xwe hilgirtin."
Nûvekirina herî dawî: 11:41:10





































































































































































