Riha: Gule li berbijêrê muxtariyê û kurê wî reşandin: Miriyek û birîndarek

Li navçeya Bêrecûkê ya parêzgeha Rihayê ji ber sedemeke nediyar di nav zeviyê de bi çekan êrişî berbijêrê muxtariyê û kurê wî hat kirin.

4 Adar 2024 - 09:10
4 Adar 2024 - 09:10
 0
Riha: Gule li berbijêrê muxtariyê û kurê wî reşandin: Miriyek û birîndarek

Di encamê de bav canê xwe ji dest da û kur jî birîndar bû.

Li gorî agahiyan li gundê Akpinarê yê navçeya Bêrecûkê dema bav û kurê xwe di nav zeviyê xwe de dixebitîn rastî êrişeke çekdarî hatin.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê û polîs çûn cihê bûyerê û tîman her 2 kesên birîndar birin Nexweşxaneya Dewletê ya Bêrecûkê.

Tevî hemû midexaleyan kesê bi navê Kenan Oktay canê xwe ji dest da.

Piştî bûyerê muxtarê gund û 2 kesên din hatin desteserkirin.

Ev nûçe bi tevahî 802 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 16:56:09