Rojava: Ji ber êrişên Tirkiyeyê xwendekar nikarin herin dibistanan

Ji ber êrişên Tirkiyeyê, li Rojavayê Kurdistanê bêhtir ji 8 hezar û 400 xwendekarî nikarin herin dibistanan.

10 Cotmeh 2023 - 04:14
10 Cotmeh 2023 - 04:14
 0
Rojava: Ji ber êrişên Tirkiyeyê xwendekar nikarin herin dibistanan

Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Rêveberiya Xweser ragihand ku ji ber topbaran û bombebaranên Tirkiyeyê, 8 hezar û 458 xwendekar ji xwendinê bê par mane.

Li Cizîrê 31 dibistan hatin bombebarankirin

Li gorî ragihandina Desteya Perwerdeyê, li Cizîrê 31 dibistan hatin bombebarankirin, di encamê de derfet ji xwendekar û mamosteyan re nema ku herin dibistanan.

Li Cizîra Rojavayê Kurdistanê 4 hezar û 39 xwendekar nikarin herin dibistanê.

Li aliyê din, li Herêma Feratê 5 dibistan hatin bombebarankirin, di encamê de hezar xwendekar ji xwendinê bê par man.

Li Şehbayê jî 6 dibistan hatin bombebarankirin û 919 xwendekar nikarin herin dibistanên xwe.

Li Menbicê 6 dibistan hatin bombebarankirin û ji ber van êrişan 2 hezar û 500 xwendekar nikarin xwendina xwe bidomînin.

Ev nûçe bi tevahî 815 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 07:35:00