Rojava: Malbateke Kurd ev 14 roj in wenda ye

Malbateke Kurd a ji barê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê ev 14 roj in wenda ye.

17 Tîrmeh 2024 - 07:08
17 Tîrmeh 2024 - 07:08
 0
Rojava: Malbateke Kurd ev 14 roj in wenda ye

Jineke bi navê Hale li gel 4 zarokên xwe yên bi navên Heval, Mihemed, Hava û Heliz dema ku dixwast biçe serdana mirovên xwe yên li Qamişloyê wenda dibin.

Malbat 3yê Tîrmehê ji taxa Ezîziyê diçe garaja Til Hecerê ya bajêr û paşê jî wenda dibe.

Derbarê çawaniya wendabûna vê malbatê hîn jî ti agahiyên zelal nehatine belavkirin.

Mirovê malbatê bangî welatiyên Hesekê û Qamişloyê dikin ku alîkariya wan bikin û her agahiyekê derbarê vê malbatê bizanin hêzên asayîşê agahdar bikin./Rudaw

Ev nûçe bi tevahî 824 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 17:49:06