Rosneft sedema rawestandina karê xwe li Herêma Kurdistanê aşkere kir

Kompanyaya Rosneft a Rûsî karê xwe bi awayekî demkî li kêlgeha 8en li Herêma Kurdistanê rawestand, sedem jî ew e, ku ew nêzîkî sînorê Rojavayê Kurdistanê.

17 Cotmeh 2019 - 10:53
17 Cotmeh 2019 - 10:53
 0
Rosneft sedema rawestandina karê xwe li Herêma Kurdistanê aşkere kir

Cîgirê Yekem ê Serokê Kompanya Rosneftê de ragihand, ti guhartin di plana wan de nîn e, tenê wan karê xwe li nêzîkî sînorê Sûriyê bi awayekî demkî rawestandiye, ji ber ku rewşa li nêzîkî sînor ne aram e.

Da zanîn jî, karê wan li kêlgeha 11 berdewam e, lê tenê li kêlgeha 8 ta dema rewş aram dibe û dema gerentiya selametiya karmendên xwe bikin, dê dest bi karên xwe bikin.

Çendîn kompanyayên mezin ên cîhanê yên di warê petrol û gazê de li Herêma Kudistanê kar dikin, di nava wan de jî du kompanyayên mezin ên Rûsî Rosnet û Gazprom hene.

Ev nûçe bi tevahî 1315 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 13:09:19