Salih Mislim: Xwestin li Neteweyên Yekbûyî rewatiyê bidin Ehmed Şer

Berdevkê Pêwendiyên Derve yê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Salih Mislim eşkere kir ku li Neteweyên Yekbûyî (NY) xwestin rewatiyê bidin Ehmed Şer.

30 Îlon 2025 - 15:00
30 Îlon 2025 - 15:00
 0
Salih Mislim: Xwestin li Neteweyên Yekbûyî rewatiyê bidin Ehmed Şer

Salih Mslim derbarê beşdariya Serokkomarê Sûriyeyê Ehmed Şer a di Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî de axivî û got, "Hêzên derve Ehmed Şer ji Idlibê anîn û li Şamê bi cih kirin.

Wî li vir gelek peywirên ku jê re hatibûn dayîn bi cih anîn. Wan xwest rewatiyê bidin Ehmed Şer."

Civata Giştî ya 80emîn a NYyê di navbera 23 û 29ê Îlonê de li New Yorkê hat lidarxistin.

Di demekê de ku êrişên hêzên girêdayî hikûmeta veguhêz li dijî sivîlan berdewam dikin, Ehmed Şer wekî “Serokkomarê Sûriyeyê” beşdarî civînê bû û bi Serokê Amerîkayê Donald Trump, Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan, Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron û gelek berpirsên din ên cihanê re jî civiya.

Salih Mislim derbarê pêşhatên li Sûriyeyê û serdana Ehmed şer a li Civata Giştî ya NYyê ji MAyê re axivî.

Berdevkê Pêwendiyên Derve yê PYDyê bal kişand ser wê yekê ku hêzên navneteweyî armanc dikin ku rewatiyê bidin Şer û got ku ew ji bo pêkanîna peymaneke aştiyê ya di navbera Sûriye û Îsraîlê de hatiye ser hikûmeta veguhêz.

Salih Mislim got, "Çawa ku rewatî dan Erdogan, xwestin heman rewatiyê bidin Ehmed Şer jî. Ehmed Şer jixwe kesekî di bin fermana wan de ye."

"HTŞ ne yekgirtî ye"

Siyasetmedarê Kurd anî zimên ku di demekê de ku Şer li qada navneteweyî li rewatiyê digere, komên girêdayî Hikûmeta Veguhêz a Sûriyeyê li Laziqiye û Siwêdayê komkujiyên sivîlan didomînin û destnîşan kir ku hikûmeta veguhêz bi xwe ne xwedî avahiyeke homojen e.

Salih Mislim got ku komên ku komkujiyan pêk tînin bi taybetî girêdayî Tirkiyeyê ne û wiha got:

"Li pişt komkujiya li dijî Elewiyan a li peravên Sûriyeyê ev kom hene.

Heman kesan li Siwêdayê jî zêdetirî 2 hezar kes kuştin. Dema derfetê dibînin, hewl didin herêmê bixin bin kontrola xwe.

Ehmed Şer nikare van koman kontrol bike. Hêzên ku Şer anîn ser birêvebiriyê, zextê lê dikin ku ji van koman xilas bibe lê xilasbûna Şer a ji wan dê ne hêsan be, ji ber ku ev kom piranî ne.

Ehmed Şer ji ber ku ji van koman ditirse, newêrîbû bi Îsraîlê re jî peymanê îmze bike.

Eger bi rastî bixwaze ji wan xilas bibe, divê xwe ji bo şerekî mezin amade bike.

Ji ber ku şerê Ehmed Şer yê bi van koman re dê bibe têkçûna wî."

"Ji bo Rêveberiya Xweser tiştek neguheriye"

Berdevkê Pêwendiyên Derve yê PYDyê  destnîşan kir ku axaftina Ehmed Şer a wekî "serokê dewletê" li Civata Giştî ya NYyê ji bo Rêveberiya Xweser a bakur û rojhilatê Sûriyeyê tiştek neguherandiye û anî zimên ku hêzên derve hewl didin wî "bipirqînin."

 Mislim tekez kir ku raya giştî ya navneteweyî piştgiriyê dide birêvebiriyeke nenavendî li Sûriyeyê.

 

Ev nûçe bi tevahî 130 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 06:25:21