Salih Muslim: Bila helwesta hemû kurdan li ser Rojava mîna ya Barzanî be

Serokê berê yê PYDê, Salih Muslim dibêje, divêt helwesta tevahiya kurdan li ser rewşa Rojavayê Kurdistanê mîna helwesta Serok Mesûd Barzanî be.

10 Cotmeh 2019 - 04:21
10 Cotmeh 2019 - 04:21
 0
Salih Muslim: Bila helwesta hemû kurdan li ser Rojava mîna ya Barzanî be

Serokê berê yê PYDê Salih Muslim, ku berpirsê pêwendiyên derve yên TEV-DEMê ye jî, li ser helwesta Serok Barzanî li ser Rojavayê Kurdistanê gotiye, Barzanî dikare bi rêka hevpeymaniya navdewletî ya dijî DAIŞê hewla sekinandina êrişên Tirkiyê bide.

Salih Muslim pesnê bersiva Barzanî bo serokê Amerîka Donald Trump daye û gotiye, bila helwesta tevahiya kurdan mîna helwesta Barzanî be û “em spasiya helwesta kak Mesûd dikin”.

Ev nûçe bi tevahî 2434 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 14:29:33