Şanda Kurdistanê bi McCain re civîya
Şandeya Herêma Kurdistanê ku serdana Washingtonê dike, bi senatorê Amerîkayê yê dêrîn John McCain û Jack Reed re civîya.

Şandeya Herêma Kurdistanê ya ku ji Şêwirmendê Asayîşa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, Serokê Dîwana Seroktîya Herêma Kurdistanê Fuad Husên û nûnera Washingtonê ya Herêma Kurdistanê Beyan Samî Ebdulrehman pêk tê, hevdîtinên xwe yên li Koşka Spî didomîne.
Şandeyê herî dawî bi 2 senatorên Amerîkî John McCain û Jack Reed re hevdîtin kir. Hat diyarkirin di hevdîtinê de li ser şerê dijî DAIŞê û hevkarîya bo pêşmerge hatiye guftûgokirin.
Şandeya Herêma Kurdistanê berî niha jî li Koşka Spî bi Şêwirmendê Asayîşa Netewî ya Amerîkayê Herbert McMaster û Şêwirmendê Mezin ê Donald Trump Jared Kushner ê zavayê Trump re hevdîtin pêk anîbû.
Serokê şandeyê Mesrûr Barzanî herwiha li navenda Heritage li ser rewşa Iraqê, herêmê û Herêma Kurdistanê ya piştî qonaxa DAIŞê gotarek pêşkeş kiribû.
Nûvekirina herî dawî: 23:42:17