Şandeke ENKSê serdana Moskowê dike
Şandeke Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê ENKS dê seredana Moskow a paytexta Rûsyayê bike û ligel berpirsên wî welatî bicive.
Endamê Nûneriya ENKSê li Naşûrê Kurdistanê, Reşad Silêman ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku şandeke ENKSê dawiya vê heftiyê dê seredana Moskowê bike.
Di dema beşdarbûna xwe de li bernameya Çavê Sêyem a radyoya Rûdawê de, Reşad Silêman aşkere kir ku ew şanda encûmenê dê roja Pêncşemê biçe Rûsyayê û li gel berpirsên Rûsî hejmarek civîn û hevdîtinan pêk bîne.
Li gor wî rayedarê ENKSê, şand dê pêşhateyên herî dawî li Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê ligel berpirsên Rûsî gotûbêj bike.
Reşad Silêman amaje bi wê yekê neda ku dê kîjan rayedarên ENKSê di wê şandê de cih bigirin û herwiha diyar jî nekir, ku ew serdan dê çend rojan bidome.
Pêştir jî çendîn caranên şandên Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) serdana Rûsyayê kirine û bi berpirsên Wezareta Derve ya Rûsyayê û Nûnerê Serokê Rûsyayê yê bo Karûbarên Sûriyê hevdîtin pêk anîne.
Serdana wê şanda ENKSê bo Rûsyayê di demekê de ye, ku Rojavayê Kurdistanê di qonaxeke hesas re derbas dibe û di jêr êrîşa Tirkiyê û komên çekdar de ye. Herwiha bo yekemîn car ji destpêka aloziyên Sûriyê ve, hêzên artêşa Sûriyê û hêzên Rûsyayê li hin navçeyên Rojavayê Kurdistanê bicih bûne.
PARVE BIKE LI SERKaynak:
Nerina AzadEtîketan:
Nûvekirina herî dawî: 21:47:46
Nûçeyên Têkildar
Nûçeyên Navdar
Amerîkayê li ser şerê HSDyê û komên çekdar daxuyanî da
Berfanbar 11, 2024 0
Bube Eser: PSK ya îro û temsîleke Kurdistanî!!!
Îlon 7, 2026 0
PWKyî Ji Ber Çalakîya Roja Alaya Kurdistanê Têne Darizandin
Îlon 12, 2026 0
Şervanekî Kurd hat revandin û serê wî hat jêkirin
Îlon 11, 2026 0
Kongreya Giştî ya Duyemîn a PWKyê Li Amedê Hate Li Dar Xistin
Tebax 31, 2026 0
Nûçeyên Pêşnîyarkirî
Washington 48 balafirên F-35 difiroşe Siûdiyê
Îlon 18, 2026 0
Artêşa Pasdaran: Me li Tengava Hurmizê li tankereke petrolê xist
Îlon 18, 2026 0
Serokwezîrê Îraqê diçe Amerîkayê
Îlon 18, 2026 0
Trump: Ez hêvî dikim ku em ber bi dawiya şer ve diçin
Îlon 17, 2026 0