Şandeke Herêma Kurdistanê serdana Bexdayê dike

Şandeke Herêma Kurdistanê bi aramanca ku bi fraksiyonên Kurdistanî yên Parlemana Iraqê bicive û ligel berpirsên hikûmeta Iraqê guftûgoyan bike serdana Bexdayê dike.

9 Berfanbar 2019 - 03:18
9 Berfanbar 2019 - 03:18
 0
Şandeke Herêma Kurdistanê serdana Bexdayê dike

Nûnerê Herêma Kurdistanê li Iraqê Faris Îsa eşkere kir ku biryar e şandeke Herêma Kurdistanê serdana Bexdayê bike û ligel berpirsên hikûmeta Iraqê bicive û li ser pirsa bûdçeya 2020an guftûgoyan bike.

Faris Îsa da zanîn ku heta niha dema serdana şanda Herêma Kurdistanê bo Bexdayê nehatiye diyarkirin û wê şanda Herêma Kurdistanê bi armanca parastina mafên Herêma Kurdistanê di yasaya budçeya sala 2020an a Iraqê da bi fraksiyonên Kurdistanî yên Iraqê re û şandeya Iraqê re bicive.

Ev nûçe bi tevahî 1035 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 12:11:17