Şandeke Komîsyona Parlamentoya Tirkiyeyê dê serdana Ocalan bike

Komîsyona Hevgirtina Niştimanî, Biratî û Demokrasiyê ya Parlamentoya Tirkiyeyê, ku weke "Komîsyona Aştiyê" tê naskirin, di civîna xwe ya 18emîn de biryara serdana Îmraliyê û hevdîtina bi Rêberê PKKê Abdullah Ocalan re da.

22 Mijdar 2025 - 10:44
22 Mijdar 2025 - 10:44
 0
Şandeke Komîsyona Parlamentoya Tirkiyeyê dê serdana Ocalan bike

Di civîna doh 21ê Mijdarê ya Komîsyona Lihevkirina Niştimanî, Biratî û Demokrasiyê de, dengdan li ser mijara serdana Ocalan li Girtîgeha Îmraliyê hate kirin.

Di dema civînê de, Partiya Komarî ya Gel (CHP) ragihand, ew ê endamekî xwe ji bo şandeya ku serdana Îmraliyê bike, diyar neke û ji salona civînê derket.

Tevî vê pêngava CHPê, komîsyonê civîna xwe domand û piştî dengdanê, biryara serdana Îmraliyê û hevdîtina bi Rêberê PKKê Abdullah Ocalan re da.

Li gorî agahiyên ji medyayên Tirkiyeyê, parlamenterên AK Partiyê, MHPê û DEM Partiyê dengê "erê" dan ji bo serdanê.

Di encama dengdanê de, biryar bi 32 dengên 'erê' li hemberî 2 dengên 'na' hat pesendkirin. 3 parlamenter jî bêalî man.

Bi vê biryarê re, komîsyonê bi awayekî fermî rê ji bo serdana şandeyeke parlamentoyê bo Îmraliyê û hevdîtina bi Abdullah Ocalan re vekir.

Heta niha navên endamên şandeya ku dê serdana Îmraliyê bike, wiha ne:

Ji Partiya Tevgera Neteweperest (MHP): Fetî Yildiz

Ji Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî): Gulistan Koçyîgît

Lê belê, Partiya Gel a Komarî (CHP), tevî ku beşdarî civîna komîsyonê nebû, ragihand ku ew naxwaze serdana Îmraliyê bike û li hemberî biryara komîsyonê nerazîbûna xwe nîşan da.

 

Ev nûçe bi tevahî 1 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 10:45:00