Li ser navê AK Partiyê Huseyîn Yayman diçe Îmraliyê

AK Partiyê ragihand ku Alîkarê Serokê Giştî yê partiyê Huseyîn Yayman dê ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re here Îmraliyê.

22 Mijdar 2025 - 10:46
22 Mijdar 2025 - 10:46
 0
Li ser navê AK Partiyê Huseyîn Yayman diçe Îmraliyê

Serokatiya Parlamentoyê biryar dabû ku Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re here Girava Îmraliyê.

Partiya Gelan a Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) doh ragihandibû ku eger serdan pêk were dê Serokwekîla Koma wan Gulistan Kiliç Koçyîgît di şandeyê de cih bigire.

Alîkarê Serokê Giştî yê MHPyê Fetî Yildiz jî beriya civîna komîsyonê gotibû ku ew dê di nav şandeyê de cih bigire.

AK Partiyê jî doh eşkere kir ku Alîkarê Serokê Giştî Huseyîn Yayman dê here Îmraliyê.

 

Ev nûçe bi tevahî 1 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 10:46:14