Şandeya Fransayê û ENKS civiyan: ‘Divê Kurd yekdeng bin’
Şandeyeke Fransayê duh li Qamişloya Rojavayê Kurdistanê bi şandeya ENKSyê re civiya.

Li gorî agahiyên Rûdawê şandeya Fransayê gotiye, “Divê Kurd yekdeng bin da ku bihêztir bin û karibin mafên xwe biparêzin.”
Hat zanîn ku şandeya Fransayê û ya Encumena Niştîmanî ya Kurd a Sûriyeyê (ENKS) “diyaloga Kurdan” gotûbêj kiriye.
Şandeya ENKSyê ji serokê ENKSyê Silêman Oso û endamên desteya derokatiyê Mihemed Îsmaîl, Fêsel Yûsif, Fesle Yûsif, Nimet Dawûd, Zehre Ehmed û Ebdûlbarî Xelef pêk hatiye.
“Divê Kurd yekdeng bin”
Her du aliyan nêrînên xwe yên li ser diyaloga Kurdan anîn zimên û şandeya Fransayê got:
“Divê Kurd yekdeng bin da ku bihêztir bin û karibin mafên xwe biparêzin.”
Nûvekirina herî dawî: 19:00:50