Şandeyeke Sûriyeyê ji bo vekirina konsulxaneyê li Hewlêrê ye

Şandeyeke pilebilind a Wezareta Karên Derve ya Sûriyeyê bi armanca destpêkirina rêkarên vekirina konsulxaneya welatê xwe hat Herêma Kurdistanê.

22 Tîrmeh 2026 - 10:34
22 Tîrmeh 2026 - 10:34
 0
Şandeyeke Sûriyeyê ji bo vekirina konsulxaneyê li Hewlêrê ye

Birêvebirê Birêvebiriya Kar û Barên Konsulxaneyê yê Wezareta Karên Derve û Koçberan a Sûriyeyê Mihemed Yeqûb Omer li ser hesabê xwe Xê ragihand:

"Îro bi rênimayiya birêz Wezîr û li gel şandeyeke Wezareta Karên Derve û Koçberan, em ber bi Hewlêrê ve bi rê dikevin ku gava yekem a ji bo vekirina konsulxaneya Sûriyeyê biavêjin.

Konsulxane dê xizmeta xizmên me yên li Kurdistana Îraqê bike û dawî li zehmetiyên wergirtina xizmetguzariyên konsulxaneyê bîne."

Bi dehan hezar welatiyên Sûriye û Rojavayê Kurdistanê li bajarên Herêma Kurdistanê dijîn.

Ji bo birêvebirina kar û barên xwe yên wekî nûkirina pasaport û belgeyên fermî, pêdiviya wan a zêde bi hebûna konsulxaneya Sûriyeyê ya li Hewlêrê heye.

Di heman demê de, Hewlêr û Şam dixwazin pêwendiyên xwe yên di warên cuda de zêdetir bi pêş bixin.

 

Ev nûçe bi tevahî 73 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 20:52:49