Şaxewan Ebdullah: Eger Kurd li ser berbijêrekî li hev nekin, aliyên sêyem dê Serokkomar hilbijêrin
Serokê Fraksiyona PDK’ê li Parlamentoya Iraqê Şaxewan Ebdullah ragihand, her çend dema serlêdanan ji bo posta Serokkomariyê bi dawî bûbe jî, deriyê diyalogê li gel YNK’ê hîn vekirî ye. Ebdullah hişyarî da ku eger Kurd li hev nekin, aliyên Şîe û Sunne dê serokê nû diyar bikin.

Serokê Fraksiyona Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li Parlamentoya Iraqê Şaxewan Ebdullah, beşdarî bernameya ajansa Kurdistan24ê bû û derbarê aloziyên li Bexdayê û pêvajoya hilbijartina Serokkomarê nû daxuyaniyên giring dan.
Şaxewan Ebdullah diyar kir, ji ber nebûna yekdengiya aliyên Kurdî, hejmareke mezin a berbijaran sîviyên xwe pêşkêş kirine. Ebdullah got: "Heya niha 81 kes bûne berbijar, lê tê çaverêkirin ku piştî pişkinîn û gotûbêjan ev hejmar were kêmkirin. Eger PDK û YNK li ser berbijarekî hevbeş li hev bikin, dê prose hêsantir bibe. Lê eger em di nav xwe de li hev nekin, aliyên sêyem (Çarçoveya Hevahengiyê û Sunne) dê li gorî berjewendiyên xwe pirsa Serokkomar yekalî bikin."
Ebdullah destnîşan kir jî, PDK daxwaz ji YNK’ê kiriye ku berî her tiştî li ser pêkanîna hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê li hev bikin. Herwiha got: "Ji bo me ya herî giring avakirina hikûmeta Kurdistanê ye. Piştî salekê ji hilbijartinan, nabe em hîn li benda avakirina saziyên xwe bin û tenê bala xwe bidin Bexdayê."
Serokê Fraksiyona PDK’ê tekez kir, posta Serokkomariyê xwedî desthilatên giring e û wiha berdewam kir: "Di raboriyê de ji ber ku kesekî xurt di vê postê de nebû, binpêkirinên mezin li dijî mafên Herêma Kurdistanê, budce û Madeya 140an hatin kirin. Lewma PDK dixwaze kesekî weha biçe Bexdayê ku bikaribe parastina mafên destûrî yên Kurdan bike."
Ebdullah herwiha got, çawa ku Şîe Serokwezîr û Sunne Serokê Parlamentoyê diyar dikin, mafê PDK’ê ye ku wekî "hêza yekem a Kurdistanê" berbijarê Serokkomariyê destnîşan bike, lê dîsa jî ji bo berjewendiya giştî amade ne bi YNK’ê re rûnin.
Derbarê avakirina hikûmeta federal a Iraqê de, Şaxewan Ebdullah aşkere kir ku aliyên Şîe (Çarçoveya Hevahengiyê) hîn li ser berbijarê Serokwezîriyê li hev nehatine û nakokiyên wan kûr dibin. Herwiha pêşbînî kir jî, heke rewş weha berdewam bike, dibe ku alî neçar bibin ber bi "berbijarekî lihevkirinê" ve herin.
Di dawiyê de Ebdullah diyar kir, têkiliyên wan bi Serokê Parlamentoyê Heybet Helbûsî re asayî ne û kêşeyên îdarî yên berê hatine çareserkirin.
Nûvekirina herî dawî: 20:17:16






































































































































































