HSD tometa êrîşkirina li ser xaleka pişkinînê li rojhilatê Helebê red dike
Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) bi tundî wan raportan red dike yên ku behsa lidarxistina êrîşeka leşkerî ya hêzên wan li ser xaleka pişkinînê ya polîsên leşkerî li gundên Helebê dikin.

HSDê di ragihandinekê de got ku, wan tu çalakiyên leşkerî li wê deverê nekirine û ew nûçeyên bi vî rengî wekî bizavekê ji bo têkdana tenahiyê û çêkirina hincetan ji bo êrîşên nû dibînin.
Di beyannameyeka fermî de, ku duh (Duşem, 05.12.2025) hat weşandin, Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) got ku, ew zanyarên li ser armanckirina xaleka polîsan a leşkerî li nêzîkî bajarkê Dêr Hafirê li rojhilatê Helebê hatine belavkirin bi tevahî bêbingeh in.
Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) tekez jî kir ku, wan di wê rojê de tu operasyonên leşkerî li wê deverê nekirine.
HSDê ew tohmet wekî tiştekê çêkirî û biguman wesif kir, ku armanca wan dîtina hincetan e ji bo zêdekirina aloziyên leşkerî li deverê. Herwesa ew aliyê ku ew beyanname li dijî wan derxistiye wekî berpirsyarê sereke yê her encameka xeter a van têkdanan dibînin, tekez jî kir ku ew wekî hêzeka berevaniyê pabendî bingehên xweragirtin û parastina rêyên siyasî ne.
Nûvekirina herî dawî: 20:16:54








































































































































































