Sedir ji parlamenterên xwe daxwaz dike ku îstîfaya xwe binivîsin

Rêberê Tevgera Sedir Muqteda Sedir ji parlamenterên fraksiyona xwe ya li Parlamentoya Iraqê daxwaz kir, nameya destjikarkişandina xwe ji parlamentoyê binivîsin.

9 Hezîran 2022 - 10:58
9 Hezîran 2022 - 10:58
 0
Sedir ji parlamenterên xwe daxwaz dike ku îstîfaya xwe binivîsin

Muqteda Sedir di civîneke çapemeniyê de ragihand, eger bi rêya pêkanîna hikûmeta piranî ya niştimanî nebe, ti car li welat çaksazî nayê kirin.

Sedir eşkere kir: “Eger mayîna kutleya Sedir li parlamentoyê li ser pêkanîna hikûmetê asteng be, hemû parlamenterên kutleya me amade ne ku dest ji kar bikşînin.”

Rêberê Tevgera Sedir got: “Bi ti awayî hevbeşiyê ligel wan nakim, da ku careke din Iraq venegere û nebe pariyek ji bo gendelî û paşkoyetiyê.”

Ev nûçe bi tevahî 945 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 20:51:06