Peyama Serokatiya Herêma Kurdistanê derbarê êrîşa dronê ya ser Hewlêrê

Serokatiya Herêma Kurdistanê derbarê êrîşa terorîstî ya şeva borî ya Hewlêrê daxuyaniyek belav kir.

9 Hezîran 2022 - 11:30
9 Hezîran 2022 - 11:30
 0
Peyama Serokatiya Herêma Kurdistanê derbarê êrîşa dronê ya ser Hewlêrê

Peyama Serokatiya Herêma Kurdistanê wiha ye:

Em bi tundî wê êrîşa terorîstî şermezar dikin, ku şeva çarşemê 8ê Hezîrana 2022yan bi droneke bombekirî bi ser Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê de hat kirin û ji ber wê çend welatiyên sivîl birîndar bûn û çend otomobîlan jî zirar dîtin.

Em li Serokatiya Herêma Kurdistanê di wê baweriyê de ne, ku dubarebûna vê kirdeya terorîstî zirar dide seqamgîriya asayîş û rewşa siyasî ya Iraqê û navçeyê û xizmeta dijminên Herêma Kurdistanê û Iraqê dike.

Serokatiya Herêma Kurdistanê weke hemû carekê piştgiriya wê yekê dike, ku hevahengî û hevkariya navbera dezgehên ewlehiyê yên Herêma Kurdistanê û hikûmeta federal a Iraqê zêdetir were tundkirin bi mebesta dîtina wan kes û aliyên ku destê wan di êrîşên van cûreyan de heye, herwiha em ji aliyên pêwendîdar ên Iraq û civaka navdewletî daxwaz dikin ku ji bo rêgirtina li dubarebûna van êrîşan, hewl û pêngavên cidî biavêjin, ku ev jî bandoreke mezin li ser seqamgîriya navçeyê bi awayekî giştî dike.

Serokatiya Herêma Kurdistanê

9ê Hezîrana 2022yan

Ev nûçe bi tevahî 775 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 12:52:01