Sekreterê Giştî yê Netewên Yekgirtî gihîşt Hewlêrê

Sekreterê Giştî yê Netewên Yekgirtî Antonio Guterres îro Pêncşemê ji Bexdayê gihîşt Hewlêrê, Paytexta Herêma Kurdistanê.

2 Adar 2023 - 08:53
2 Adar 2023 - 08:53
 0
Sekreterê Giştî yê Netewên Yekgirtî gihîşt Hewlêrê

Guterres li Firokxaniya Navdewletî ya Hewlêrê ji aliyê Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û rayedarên hikûmetê ve hat pêşwazîkirin.

Sekreterê Giştî yê Netewên Yekgirtî piştî serdana xwe ya li Bexdayê û hevdîtina ligel her sê serokatiyan û Wezîrê Derve, serdana Herêma Kurdistanê dike.

Guterres îro Pêncşemê serê sibê, serdana parêzgeha Neynewayê kir û ji nêzîk ve rewşa koçberan li kampên hewandinê şopand.

Ev nûçe bi tevahî 881 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 07:22:41