Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî serdana Herêma Kurdistanê dike

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî roja Çarşemê serdana Bexdayê dike û dê rojek paştir di Pêncşemê de serdana Herêma Kurdistanê jî bike.

27 Sibat 2023 - 08:52
27 Sibat 2023 - 08:52
 0
Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî serdana Herêma Kurdistanê dike

Li gor zanyariyan, Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Gutterres dê Çarşemiya vê heftiyê serdana paytexta Iraqê bajarê Bexdayê bike.

Di çarçoveya serdana xwe ya bo Iraqê de, Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres dê serdana Herêma Kurdistanê jî bike û li Hewlêrê ligel Serokên Iraq û Herêma Kurdistanê bicive.

Antonio Guterres herwiha dê serdana Kampa Ceda ya li sînorê parêzgeha Neynewayê jî bike.

Ev nûçe bi tevahî 759 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 13:00:20