Serok Barzanî beşdarî Kongreya Ewlehiyê ya Munchenê dibe
Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, li Munchenê, dê beşdarî li Kongreya Ewlehiya Cîhanê ya bibe.

Li gor agahiyên hatine bidestxistin Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, dê di Kongreya Asayîşa Cîhanê ya 53an ku li bajarê Munchen a Almanyayê lê lidarxistin cih bigire. Kongreya Ewlehiyê, roja 17ê Sibatê li bajarê Munchen a Almanyayê bi beşdariya 500 kesayetiyên payebilind ên siyasî, leşkerî, aborî û medya cîhanê dê bê destpêkirin. Kongre dê 3 rojan berdewam bike.
Her wiha hat ragihandin Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî dê li wir hin hevdîtin û civînan li gel lîderên cîhanê re jî pêk bîne.
Nûvekirina herî dawî: 07:33:02