Serok Barzanî û Ebadî wê gotubêja qonaxa piştî Daişê bikin

Biryare îro serokê herêma Kurdistanê li bajarê Myonşên, digel serok wezîrên Îraqê kom bibe û qonaxa piştî Daişê gotubêj bikin.

18 Sibat 2017 - 09:11
18 Sibat 2017 - 09:11
 0
Serok Barzanî û Ebadî wê gotubêja qonaxa piştî Daişê bikin

Serokatîya herêma Kurdistanê ragîhandîye; Mesûd Barzanî di duwem roja kongreya asayîşa Navdewletîya Myonşên da, dê digel her yek ji Heyder Ebadî, şandeka kongirêsa Amerîka, wezîrên bergirîya Almanya û Îtalya kom bibe.

Li gorî zanyarîyên War, kombûna Barzanî û Ebadî dê gotubêja operasyona rojavayê Mûsilê û paşeroja wî bajarî û herwesa rêkevtina pêştir ya serbazî ya herêm û Bexda bike.

Ev di demekî daye pêştir di 7ê Şubata sala 2015 jî, Barzanî û Ebadî li kongreya Myonşin hevdîtinek saz kirin û behsa plana rizgarkirina Mûsilê kiribûn.

Ev nûçe bi tevahî 1393 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 12:29:40