Serok Barzanî: Ez rolê jinên Kurdistanê di xebat û azadîxwaziya gelê me de bilind dinirxînim

Bi helkefta Roja Cîhanî ya Jinan, Serok Barzanî li ser tora civakî ya Xê peyamekê belav dike.

8 Adar 2024 - 08:34
8 Adar 2024 - 08:34
 0
Serok Barzanî: Ez rolê jinên Kurdistanê di xebat û azadîxwaziya gelê me de bilind dinirxînim

Bi helkefta Roja Cîhanî ya Jinan, Serok Mesûd Barzanî îro (Înî, 08.03.2024) li ser tora civakî ya Xê peyamek belav kir.

Ev jî deqê peyama Serok Barzanî ye:

8ê Adarê, Roja Cîhanî ya Jinan, li tevaya jinên Kurdistan, Îraq û cîhanê pîroz be. Ez di vê rojê de piştevaniya xwe ji bo mafên jinên Kurdistanê tekez dikim û rolê jinên Kurdistanê di xebat û azadîxwaziya gelê me de bilind dinirxînim.

Ev nûçe bi tevahî 970 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 01:10:23