Serok Barzanî li Emanê serdana Pêşmergeyên birîndar kir

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî li Emanê paytexta Urdinê serdana Pêşmergeyên birîndar ên di bombebarana firokeyên Tirkiyê de li Şingalê birîndar bûbûn, kir.

19 Gulan 2017 - 07:33
19 Gulan 2017 - 07:33
 0
Serok Barzanî li Emanê serdana Pêşmergeyên birîndar kir

Serok Barzanî bi mebesta lêpirsîn û agahdriya li rewşa çend Pêşmergeyên birîndar bike, serdana nexweşxaneya El-Husên kir û ji nêzîk ve rewşa tenduristî a Pêşmergeyên birîndar pirsî û hêviya çakbûnê bo wan xwast, ku di jêr çavdêriya bijîjkî de bûn.

Serok Barzanî bo beşdarîkirina Korbenda Aboriya Cîhanî ya li Deryaya Mirî, îro gihêşte Emanê paytexta Urdinê û ji aliyê Şah Ebdulahê Duyem ve hate pêşwazîkirin.

Ev nûçe bi tevahî 2288 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 12:09:30