Newşîrwan Mistefa wefat kir

Kordînatorê giştî yê Bizava Gorranê Newşîrwan Mistefa wefat kir.

19 Gulan 2017 - 07:39
19 Gulan 2017 - 07:39
 0
Newşîrwan Mistefa wefat kir

Îro danê sibê kordînatorê giştî yê Gorranê Newşîrwan Mistefa, ku demek dirêj bû li Brîtanyayê dihat dermankirin, li bajarê Silêmaniyê wefat kir.

Newşîrwan Mistefa hefteyekî beriya niha ji Brîtanya vegeriyabû Kurdistanê.

Newşîrwan Mistefa Emîn sala 1944 li bajarê Silêmaniyê ji dayîk bibû.

Du mehan beriya niha jî hevjîna Newşîrwan Mistefa ji ber nexweşiyê wefat kiribû.

Gorran: Termê Newşîrwan Mistefa dê sibê were veşartin

Hat zanîn ku termê kordînatorê giştî yê Gorranê Newşîrwan Mistefa dê sibê were veşartin.

Îro danê sibê kordînatorê giştî yê Gorranê Newşîrwan Mistefa, ku demek dirêj bû nexweş bû, li Silêmaniyê wefat kir.

Parlamenterê Gorranê Omer Inayet ji BasNewsê re got, termê Newşîrwan Mistefa dê sibê li girê Zergete were veşartin.

Ev nûçe bi tevahî 2530 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 19:41:58