Serok Barzanî êrişên li Îranê şermezar kir

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî êrişên ku îro li paytexta Îran-Tehranê qewimîn, şermezar kir û ragihand, teror dijminê hevbeş yê hemû gelên Rojhilata Navîn e.

7 Hezîran 2017 - 10:53
7 Hezîran 2017 - 10:53
 0
Serok Barzanî êrişên li Îranê şermezar kir

Serok Barzanî li ser êrişên îro yên li dijî parlamentoya Îranê û qebra Xumênî qewimîn, peyamek belav kir.

Barzanî di peyamê de ragihandiye ku bi tundî êrişên terorîstî yên Tehranê şermezar dike û serxweşiyê dide gel, hikûmeta Îranê û malbatên kuştiyan.

Serokê Herêma Kurdistanê daye xuyakirin ku teror dijminê hevbeş yê hemû gelên Rojhilata Navîn e û gelê Kurdistanê mexdûrê terorê ye û li eniya pêşiya ya şerê terorê ye, lwma divê hemû bi hev re şerê terorê bikin û koka wê biqelînin.

Di êrişên îro yên Tehranê de herî kêm 12 polîs û sivîl her wiha 5 êrişkar hatin kuştin û 42 kes jî birîndar bûn.

Ev nûçe bi tevahî 1592 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 14:02:48