Serok Barzanî îro derbasî Tirkiyeyê dibe

Hat ragihandin ku Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî îro serdana Tirkiyeyê dike, bi Serokwezîr Yildirim û bi Serokomar Erdogan re dê hevdîtinan pêk bîne.

26 Sibat 2017 - 05:46
26 Sibat 2017 - 05:46
 0
Serok Barzanî îro derbasî Tirkiyeyê dibe


Îro seet 13:30an Serokê Herêma Kurdistanê Mesût Barzanî serdana Stenbolê dike û tê çaverêkirin ku di seet 15:00an de ligel Serokomarê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan bicive ku pirsên serxwebûna Kurdistanê, şerê DAIŞê, operasyona Mûsil û Reqayê, pêwendiyên di navbera herdu aliyan de binirxînin.

Barzanî berî sê rojan di hevpeyvîneke xwe de daxwaz ji Tirkiyeyê kiribû ku ji bo berdewamiya pêvajoya aştiyê divê Hevserokê HDPê Selahettin Demirtaş û hevalên wî bên azadkirin.

Serokê Herêma Kurdistanê Mesût Barzanî herî dawî di 23ê Tebaxa 2016an de ji bo danûstandina serdana Tirkiyê kiribû.

Ev nûçe bi tevahî 1048 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 06:36:04