Serok Barzanî: Trump ji êş û azarên gelê Kurdistanê fahm dike

Serokatiya Herêma Kurdistanê (SHK) li ser civîna bi şandeya Amerîkî re ku ligel Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî pêk hat, daxuyanî da. Hat ragihandin ku di civînê li ser şerê DAIŞê bi berfirehî hatiye rawestîn û girîngya rola hêzên Pêşmerge di têkoşîna dijî terorê de bi hatiye nirxandin.

5 Avrêl 2017 - 03:17
5 Avrêl 2017 - 03:17
 0
Serok Barzanî: Trump ji êş û azarên gelê Kurdistanê fahm dike

Di daxuyaniya SHKê de hat diyarkirin ku şandeya Amerîkayê ji Barzanî re daye xuyakirin, ‘Amerîka piştevaniya Herêma Kurdistanê berfirehtir dike û ji bo berdewamiya serkeftinan pêwîstiya me bi hemahengîya hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê heye.'

Şandeya Amerîkî ku Şêwirmendê Serokê Amerîkayê Donald Trump û zavayê wî Jared Kushner û Sererkanê Artêşa Amerîkayê Joseph Dunford tê de beşdar bûn, berdewamîya dostayetî û hevpeymaniya di navbera Amerîka û Herêma Kurdistanê de hat bibîrxistin û Barzanî jî daxwaz ji şandeya Amerîkî kir di şerê terorê de piştgiriyeke zêdetir bidin.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku Barzanî rêveberiya nû ya Amerîkayê bi bîr xistiye û gotiye, 'Serokê Amerîkayê ji êş û azarên gelê Kurdistanê fêm dike.'

Di civînê de rewşa siyasî ya herêmê, pêşhatên dawî yên meydanî di şerê Musilê de û metirsî û gefên qonaxa piştî DAIŞê hatin gotûbêjkirin.

Ev nûçe bi tevahî 1343 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 03:09:12