Serok Barzanî cejna Newrozê û sersala Kurdî li gelê Kurdistanê û Kurdistaniyên li derve pîroz dike

Serok Mesûd Barzanî bi boneya hatina cejna Newrozê û sersala nû ya kurdî, pîrozbahî li gelê Kurdistanê û Kurdistaniyên li derve dike.

20 Adar 2024 - 12:17
20 Adar 2024 - 12:17
 0
Serok Barzanî cejna Newrozê û sersala Kurdî li gelê Kurdistanê û Kurdistaniyên li derve pîroz dike

Serok Mesûd Barzanî peyameke pîrozbahiyê li tora civakî “X” belav kir û tê de got: “Bi boneya cejna netewî ya Newrozê û sersala kurdî 2724an pîrozbahiyê li xelkê xweşewîst ê Kurdistanê û Kurdistaniyên derveyî welat dikim.”

Serok Barzanî got jî: “Herwiha pîrozbahiyê li hemû gelên ku Newrozê pîroz dikin dikim. Hêviya xêr û xweşiyê ji her aliyekî re dixwazim. Newroza we pîroz be.”

 

Ev nûçe bi tevahî 522 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 11:14:09