Serok Barzanî: Cejna Qurbanê li hemû misilmanên Kurdistan û cîhanê pîroz dikim

Serok Mesûd Barzanî bi boneya hatina Cejna Qurbanê peyameke pîrozbahiyê belav kir.

27 Hezîran 2023 - 16:38
27 Hezîran 2023 - 16:38
 0
Serok Barzanî: Cejna Qurbanê li hemû misilmanên Kurdistan û cîhanê pîroz dikim

Serok Barzanî bi boneya hatina Cejna Qurbanê peyameke pîrozbahiyê belav kir û ragihand: “Ez pîrozbahiyê li malbatên serbilind ên şehîdan û Pêşmergeyên qehreman û hemû welatiyên xoşewîst ên Kurdistanê dikim.”

Sero Mesûd Barzanî peyama xwe de diyar kir: “Di vê boneya pîroz de ji Xwedayê mezin daxwaz dikim ku xêr û berket û silametiyê ji bo hemû xelkê Kurdistanê pêk bîne.”

Peyama pîrozbahiyê ya Serok Barzanî wiha ye:

Bi navê Xwedayê mezin û dilovan

Bi boneya hatina Cejna Qurbanê, ez pîrozbahiyên xwe arasteyî Misilmanên Kurdistan û Iraq û cîhanê dikim. Pîrozbahiyê li malbatên serbilind ên şehîdan û Pêşmergeyên qehreman û hemû welatiyên xoşewîst ên Kurdistanê dikim.

Di vê boneya pîroz de ji Xwedayê mezin daxwaz dikim ku xêr û berket û silametiyê ji bo hemû xelkê Kurdistanê pêk bîne. Ez hêvîdar im ev boneya pîroz bibe sedema seqamgîrî û tebayî li navçeya me û seranserê cîhanê.

Cejna we pîroz be û her di xweşiyê de bin.

Mesûd Barzanî

27ê Hezîrana 2023an

Ev nûçe bi tevahî 731 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 19:40:12