Serok Barzanî: Divê zana û mamostayên olî rola xwe di bihêzkirina hesta niştimanperwerî û pêkvejiyanê de bibînin

Serok Mesûd Barzanî bi boneya 54 saliya damezirandina Yekîtiya Zanayên Olî yên Kurdistanê peyamek belav kir.

21 Îlon 2024 - 12:55
21 Îlon 2024 - 12:55
 0
Serok Barzanî: Divê zana û mamostayên olî rola xwe di bihêzkirina hesta niştimanperwerî û pêkvejiyanê de bibînin

Serok Mesûd Barzanî bi boneya 54 saliya damezirandina Yekîtiya Zanayên Olî yên Kurdistanê peyamek belav kir û tê de ragihand, “ Damezirandina Yekîtiya Zanayên Olî yên Kurdistanê li ser destê Barzaniyê nemir, tekezî li ser rol û pêgeha mamostayên olî yên îslamê di beşdarbûna wan di têkoşîna neteweyî, niştimanî û parastina resenî, nirxên olî û çanda pêkvejiyanê bû.”

Serokwezîr Barzanî di peyama xwe de got: “Bi hilkefta 54 saliya damezirandina Yekîtiya Zanayên Îslamê yên Kurdistanê, pîrozbahiyê li serok û endamên Buroya Cîbicîkar û Encûmena Navendî ya Yekîtiya Zanayên Îslamî û hemû mamostayên ola pîroz a Îslamê li Kurdistanê dikim.”

Herwiha got: “Damezirandina Yekîtiya Zanayên Olî yên Kurdistanê li ser destê Barzaniyê nemir, tekezî li ser rol û pêgeha mamostayên olî yên îslamê di beşdarbûna wan di têkoşîna neteweyî, niştimanî û parastina resenî, nirxên olî û çanda pêkvejiyanê di nava civaka Kurdistanê û tevgera rizgarîxwaza Kurd de.”

Serok Barzanî got jî: “Ez hertim hêvî dikim ku zana û mamostayên olî rola xwe ya bibandor di xurtkirina hesta welatparêzî, nirxên mirovî, tebayî, pêkvejiyan û hişyarkirina gel de bilîzin.”

 

Ev nûçe bi tevahî 633 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 13:09:18