Serok Barzanî: Hêvîdarim encamên kongreyê di xizmeta berjewendiyên gelê me de bin
Serok Barzanî: Hêvîdar im encam û raspardeyên Kongreya 14emîn a PDK’ê di xizmeta berjewendiyên bilind ên gelê me de bin

Serok Mesûd Barzanî îro Pênşemî 3ê Mijdara 2022an, bi boneya destpêkirina 14emîn Kongreya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li Duhokê, peyamek li hejmra xwe ya fermî yê “Twitter” belav kir.
Peyama Serok Barzanî:
Îro 14emîn Kongreya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li Duhokê dest bi karên xwe kir.
Bi vê boneyê, pîrozbahiyê li hemû endam û alîgirên PDK ê û gelê Kurdistanê dikim. Hêvîdar im encam û raspardeyên Kongreya Çardehemîn a PDK’ê di xizmeta berjewendiyên bilind ên gelê me de bin
Nûvekirina herî dawî: 06:26:18