Serok Barzanî ji Sûdanî re: Ez piştevaniya hikûmeta te dikim

Parlamentoya Iraqê îro Pêncşemê bawerî da kabîneya Serokwezîrê nû Mihemed Şiya Sûdanî. Serok Mesûd Barzanî bi telefonê bi Mihemed Şiya Sûdanî re axivî û pîrozbahî li hikûmeta nû kir.

28 Cotmeh 2022 - 02:10
28 Cotmeh 2022 - 02:10
 0
Serok Barzanî ji Sûdanî re: Ez piştevaniya hikûmeta te dikim

Parlamentoya Iraqê îro Pêncşemê 27ê Cotmeha 2022an bi amadebûna 253 parlamenteran deng da kabîneya nû ya bi serokatiya Mihemed Şiya Sûdanî.

Di civînê de 21 berbijêrên wezaretan hatin pesendkirin lê biryara her du wezaretên jîngeh, avedankirin û nîştecihkirinê ku para Kurdan e, hat paşxistin.

Piştî ku parlementoyê bawerî da civata wezîran a Mihemed Şiya Sûdanî, Serok Mesûd Barzanî bi telefonê bi Serokwezîrê nû yê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî re axivî û piştgîriya xwe bo hikûmeta nû ya Iraqê diyar kir û teqezî li ser hemahengiya di navbera her du aliyan de kir.

Ev nûçe bi tevahî 496 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 17:38:49