Serok Barzanî: Paşxistina hilbijartinan yasa û îradeya gel binpê dike

Îro Serok Mesûd Barzanî li gel sikirtêr û endamên ofîsa sikirtariyê û berpirsa Encûmena parêzgehan a Yekîtiya Afretên Kurdistanê civiya û rewşa siyasî ya Iraq û Kurdistanê şirove kir û helwesta xwe li ser piroseya siyasî ya Iraqê ji bo amadebûyan nîşan da.

3 Îlon 2018 - 11:55
3 Îlon 2018 - 11:55
 0
Serok Barzanî: Paşxistina hilbijartinan yasa û îradeya gel binpê dike

Derbarê hilbijartinên Perlemana Kurdistanê Serok Barzanî tekez kir, ku ti bihaneyek yasayî û teknîkî ji bo paşxistina hilbijartinan tine ye û paşxistina hilbijartinan yasa û dezgehên Herêmê û iradeya gel binpê dike û pêwîst e hilbijartin di dema xwe de bên encamdan.

Di wê civînê de, berpirsa ofîsa navendî ya rêxistinên cemawerî û pîşeyî di sikirtariya Yekîtiya Afretên Kurdistanê de, kurteyek ji kar û çalakiyên xwe, beramberî şerê terorîstên DAIŞê û referanduma serxwebûna Kurdistanê û alîkarîkirin û pêşxistina rewşa jinan li Kurdistanê û kêşeyên jinan û amadekariyên lidarxistina kongirê Yekîtiya Afretên Kurdistanê, ji Serok Barzanî re pêşan da û sipasiya rola Serok Barzanî kir di piştevanîkirina rola jinan de.

Ji aliyê xwe ve, Serok Barzanî sipasî û destxweşî li Yekîtiya Afretên Kurdistanê kir, li ser bizav û westana wê di çarekirina kêşeyên jinan û alîkarîkirina Pêşmerge û meşextan de û piştevaniya xwe ji bo Yekîtiya Afretên Kurdistanê da xuyakirin.

Ev nûçe bi tevahî 863 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 06:26:48