Serok Barzanî: PDK û rêbaza Barzanî di rabirdû û niha de hertim parêzvanên doza rewa ya gelê Kurdistanê ne.

Peyama Serok Barzanî bi boneya 77 saliya damezrandina Partiya Demokrat a Kurdistanê

16 Tebax 2023 - 06:34
16 Tebax 2023 - 06:34
 0
Serok Barzanî: PDK û rêbaza Barzanî di rabirdû û niha de hertim parêzvanên doza rewa ya gelê Kurdistanê ne.

Serok Mesûd Barzanî di 77 saliya damezirandina Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) de peyamek belav kir û tê de ragihand, “PDK û rêbaza Barzanî di rabirdû û niha de her tim cihê hêvî û dest û bazên bihêz yên Kurdistanê û parêzvanên doza rewa ya gelê Kurdistanê ne.”

Serok Barzanî di peyama xwe de got: “Bi boneya 77 saliya damezrandina Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) bi germî pîrozbahiyê li malbatên serbilind ên şehîdan, Pêşmergeyên qehreman, serkirdayetî, kadro, endam û alîgirên Partiya Demokra ta Kurdistanê dikim.”

Di peyamê de hat gotin: “Di vê bîranînê de, ez spasiya têkoşîn û fedekariya gelê PDK’ê dikim ku di qonaxên dijwar û çarenivîsaz de her tim hêvanê xweragirî, berdewamî, kolnedan û bihêztirbûna doza gelê Kurdistanê bûne.”

Serok Barzanî dibêje: “PDK û rêbaza Barzanî di rabirdû û niha de her tim cihê hêvî û dest û bazên bihêz yên Kurdistanê û parêzvanên doza rewa ya gelê Kurdistanê ne. Divê serkirdayetî, cemawer û endamên PDK’ê di asta vê berpirsyariya mezin de bin.”

Ev nûçe bi tevahî 618 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 17:27:11