Serok Barzanî pêşwazî li Balyozê nû yê Brîtanya li Iraqê kir

Serok Mesûd Barzanî îro 8ê Tebaxa 2023an pêşwazî li Balyozê nû yê Brîtanya li Iraqê Stephen Hitchen kir.

8 Tebax 2023 - 09:51
8 Tebax 2023 - 09:51
 0
Serok Barzanî pêşwazî li Balyozê nû yê Brîtanya li Iraqê kir

Di hevdîtinê de ku Konsula Giştî ya Brîtanya li Hewlêrê Rosy Cave jî amade bû, guftûgo derbarê rewşa Îraq û navçeyê û pêşhatên dawî yên proseya siyasî ya Îraqê û herwiha pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê de hatin kirin.

Her di civînê de, behsa rewşa siyasî ya Herêma Kurdistanê jî hat kirin û tekezî li ser lidarxistina hilbijartinên Herêma Kurdistanê hate kirin.

Di beşeke din a vê hevdîtinê de Balyozê Brîtanya li Iraqê kêfxweşiya xwe ji bo karkirina li Iraqê nîşan da û di dema karkirina xwe de ligel serkirdayetiya siyasî ya Herêma Kurdistanê di pêwendiyê de be.

Herwiha piştevaniya welatê xwe ji bo proseya siyasî ya Herêma Kurdistanê, lidarxistina hilbijartinan û berfirekirina pêwendiyên her du aliyan bi Serok Barzanî ragihand.

Ev nûçe bi tevahî 552 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 01:52:21