Serok Barzanî pêşwazî li Konsolê Giştî yê Fransayê li Hewlêrê dike
Serok Mesûd Barzanî îro pêşwazî li Konsolê Giştî yê nû yê Fransa li Hewlêrê Olivier Decottignies kir.

Di hevdîtinê de ku Berpirsê Fermangeha Peywendiyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî û Cîgirê Konsolê Giştî yê Fransa Patrice Leroy amade bûn, Konsolê Giştî yê Fransa li Hewlêr, silavên Serok û Wezîrê Derveyê Fransa bi Serok Barzanî gihandin û xweşhaliya xwe jî bi hebûna aramiya li Herêma Kurdistanê û destbikarbûna Hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê nîşan da û tekezî li ser dostayetiya di navbera gelê Fransa û gelê Kurdistanê kir.
Herwiha ev jî bi Serok Barzanî ragihand, ku welatê wan bi erênî ve temaşa baştirbûna peywendiyên di navbera Hewlêr û Bexdayê dike. Herwiha ragihand aramiya Herêma Kurdistanê ji aliyê Fransa ve girîng e û welatê wan dixwaze peywendiyan bipêş bixe û li palpiştîkirina Herêma Kurdistanê de jî berdewam bike.
Ji aliyê xwe ve Serok Barzanî spasî li Serok û Wezîrê Derveyê Fransa kir û hêviya serkeftinê ji bo Konsolê nû yê Fransa li Hewlêrê xwest. Ji bilî balkişandina li ser peywendiyên dostaye û dîrokî yên gelê Kurdistanê û gelê Fransayê, spasî li Serok û Hikûmetên Fransayê kir ku di rojên teng û şerê li dijî DAIŞî de palpiştê gelê Kurdistanê bûne û diyar kir ku li pêşxistina peywendiyên di navbera her du aliyan de tu ban û sînorek tune ye.
Gefa teror û rewşa siyasî û pêşhatên dawî ya li ser asta navçeyê û her wiha rewşa Sûriyê, çend mijarên din ên vê hevdîtinê bûn û Serok Barzanî ji bilî derbirîna palpiştiya xwe ya ji bo destpêşxeriya Serok Macron ya li ser Sûriyê, dilgiranî û têbîniyên xwe jî yên li ser rewş û paşaroja gelê Kurd li Sûriyê bi şanda mîhvan ragihand.
Nûvekirina herî dawî: 16:42:20