Serok Barzanî pêşwazî li şandeke bilind a Tevgera Demokrat a Aşûrî kir

Serok Mesûd Barzanî , pêşwaziya şandeke bilind a Tevgera Demokrat a Aşûrî ya bi Serokayetiya birêz Ye'qûb Gurgîs Sekreterê wê Partiyê kir.

29 Îlon 2023 - 04:08
29 Îlon 2023 - 04:08
 0
Serok Barzanî pêşwazî li şandeke bilind a Tevgera Demokrat a Aşûrî kir

Serok Mesûd Barzanî duh roja 28ê Îlona 2023an, pêşwaziya şandeke bilind a Tevgera Demokrat a Aşûrî ya bi Serokayetiya birêz Ye'qûb Gurgîs Sekreterê wê Partiyê kir.

Di vê hevdîtinê de her du alî hevxemiya xwe ya kûr ji bo kesûkarên qurbaniyên rûdana diltezîn a agirketina qezaya Hemdaniye ragihand ku tê de sedan welatiyan canê xwe jidest dan û birîndar bûn.

Di beşeke din a vê hevdîtinê de rewşa siyasî ya Iraq û Herêma Kurdistanê, kûrtirkirina bingehên pêkvejiyan û aramiyê û her wiha peywendiyê dualî yên di navbera her du aliyan de hatin guftûgokirin û Serok Barzanî ji bilî pîrozbahiya bi boneya hilbijartina birêz Ye'qûb Gorgîs wekî Sekreterê Partiyê û ji bo Tevgera Demokrat a Aşûrî, hêviya serkeftinê di kar û çalakiyên wan yên siyasî de xwest.

Ev nûçe bi tevahî 630 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 07:46:31