Serok Barzanî pêşwazî li şandeke bilind Hevpeymaniya Siyade kir
Li gor daxuyaniya Ofîs'a Barzanî, îro Serok Mesûd Barzanî li Selahedîn pêşwazî li şandeyekî bilind a Hevpeymaniya Siyade kir.

Serok Mesûd Barzanî îro 26ê Nîsana 2022an, pêşwazî li şandeke bilind a Hevpeymaniya Siyade kir ku ji Serokê Hevpeymaniyê Xemîs Xencer û Serokê Encûmena Nûnera a Iraqê Mihemed Helbûsî û endamê Encûmena Nûneran a Iraqê Ehmed Cibûrî pêk hatibû.
Di hevdîtinê de, ronahî hate xistin ser rewşa siyasî ya Iraqê û astengî û giriftên li pêş wê û tekezî li ser hewldanên ji bo bidawîanîna xitimandina siyasî û pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê hate kirin.
Nûvekirina herî dawî: 17:17:09