Serok Barzanî: Şoreşa Gulanê qonaxeke girîng a dîroka gelê me ye

Serok Mesûd Barzanî ji bo bîranîna Şoreşa Gulanê peyamek belav kir.

27 Gulan 2024 - 06:56
27 Gulan 2024 - 06:56
 0
Serok Barzanî: Şoreşa Gulanê qonaxeke girîng a dîroka gelê me ye

48 sal bi ser Şoreşa Gulanê de derbas bûn.

Serok Barzanî di peyama salvegera Şoreşa Gulanê de da zanîn ku Şoreşa Gulanê qonaxeke girîng a dîrokê gelê Kurdistanê ye.

Peyama Serok Barzanî wiha ye:

Şoreşa Gulanê qonaxek e girîng a dîroka gelê me û ezmûneke pir bihaya berxwedan û rabûna gelê Kurdistanê ye.

Li rewşa piştî şikest û koçberî û li bin guvaşên cûr bi cûr ên neyaran me karî bû bi planeke hûr û baweriyeke bilind Şoreşa Gulanê dest pê bikin.

Şoreşa Gulanê ku hilgirê biha û armancên şoreşa mezina Îlonê bû peyameke eşkere û zelal da hemû nehez û neyarên gelê Kurdistanê.

Ji bilî bihêzî û dagirkeriya dijminan û hebûna planên cûr bi cûr, gelê Kurdistanê xwe bi dest neda û zarok û gedeyên wê têkoşîna xwe ji bo qada rastiya xebatê ku axa pîroz a Kurdistanê veguhestin.

Em li 48emîn salvegera Şoreşa Gulanê da silav ji bo canê yekem şehîdê Şoreşa Gulanê şehîd Seyid Abdulla Hacî Omeranî û hemû şehîdên Kurd û Kurdistanê re dişînîn.

Ew destkeftên bi dest hatine berhema xwîna şehîdan, ked û xebata gel û Pêşmerge û xebatkarên Şoreşa Gulanê û hemû şoreşên gelê Kurdistanê ye."

 

Ev nûçe bi tevahî 988 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 17:50:46