Mesrûr Barzanî: Şoreşa Gulanê hêviyeke mezin da gelê Kurdistanê

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ji bo 48 saliya salvegera Şoreşa Gulanê peyamek belav kir.

27 Gulan 2024 - 07:00
27 Gulan 2024 - 07:00
 0
Mesrûr Barzanî: Şoreşa Gulanê hêviyeke mezin da gelê Kurdistanê

Mesrûr Barzanî di peyama xwe de da zanîn ku Şoreşa Gulanê  hêviyeke mezin da gelê Kurdistanê û destkeftiyên wekî Parlamentoyê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê piştî Şoreşa Gulanê hatin bidestxistin.

“Mesrûr Barzanî herwiha di berdewaiya peyama xwe de got:

Di 48emîn salvegera destpêkirina Şoreşa Gulanê de, pîrozbahiyên xwe yên herî germ pêşkêşî cenabê Serok Barzanî, Pêşmergeyên qahreman, tevahiya Pêşmerge û têkoşerên beşdar ên di şoreşê de dikim.

Şoreşa Gulanê şopdarê şoreşa mezin a Îlonê bû ya bi rêberatiya Barzaniyê Nemir.

Şoreşa Gulanê hêviyeke gelek zêde da xelkê Kurdistanê.

Planên dijminan ên li dijî gelê Kurdistanê ku dixwest dawî bi şoreş û xebata rewa ya xelkê Kurdistanê ya ji bo bidestxistina mafên rewa bînin, pûç kir.

Berxwedana gelê Kurdistanê, yekrêzî û yekhelwestiya hêz û aliyên Kurdistanî bû sedema bidestxistina çend destkeftên mezin yên nîştimanî.

Yek ji wan destkeftên mezin jî raperîna biheybet a Bihara 1991an hilbijartina Parlamentoyê û pêkanîna Hikûmeta Herêma Kurdistanê bû.”

 

Ev nûçe bi tevahî 1012 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 17:39:30