Serok Barzanî û Emar Hekîm rewşa siyasî ya Iraqê nîqaş kir

Serok Mesûd Barzanî pêşwazî li Serokê Tevgera Hikmeyê ya Nîştimanî ya Iraqê Emar Hekîm kir; di wê civînê de rewşa siyasî ya Îraqê û deverê hate nîqaşkirin.

8 Îlon 2026 - 10:29
8 Îlon 2026 - 10:29
 0
Serok Barzanî û Emar Hekîm rewşa siyasî ya Iraqê nîqaş kir

Serok Mesûd Barzanî duh roja Duşemê, li Pîrmamê pêşwazî li Serokê Tevgera Hikmeyê ya Nîştimanî ya Iraqê Emar Hekîm kir.

Li gorî daxuyaniya Baregayê Barzanî, di wê hevdîtinê de dîtin û nerîn li ser rewşa siyasî ya Îraqê û deverê li hev hatin guhertin.

Her wiha her du aliyan ronahî berda ser hevahengiya di navbera aliyên siyasî de û pêşxistina proseya siyasî ya Îraqê.

 

Ev nûçe bi tevahî 72 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 17:15:32