Serok Barzanî û Konsulê Almanya rewşa siyasî û dawî pêşhatên Iraq û navçeyê gotûbêj dikin
Serok Mesûd Barzanî pêşwazî li Konsulê Giştî yê Almanya li Hewlêrê Clemens Sementer kir

Serok Mesûd Barzanî îro 25ê Tîrmeha 2022an, pêşwazî li Konsulê Giştî yê Almanya li Hewlêrê Clemens Sementer kir ku bi boneya bidawîhatina erkên wî û xatirxwastinê serdana Serok Barzanî kiribû.
Baregeha Barzanî di daxuyaniyekê de belav kir, di hevdîtinê de, rewşa siyasî û dawî pêşhatên Iraq û navçeyê hatin gotûbêjkirin.
Konsulê Giştî yê Almanya li Hewlêrê spasiya hikûmet û sazî û dezgehên din ên Herêma Kurdistanê kirk u di hemaya karê wî de, hevkar û alîkar bûn.
Her di vê hevdîtinê de, Konsulê Giştî yê Almanya li Hewlêrê amadehiya welatê xwe ji bo alîkariya Hikûmeta Herêma Kurdistanê di warên cuda û bi taybet di babeta çaksaziyê de nîşan da.
Nûvekirina herî dawî: 01:00:06